Li dijî Îdlibê êrîşên esmanî: 8 kuştî, 35 birîndar

Li Sûriyeyê balafirên şer ên rejima Beşar Esed êrîşî navenda Îdlibê kir û 8 sivîl hatin kuştin, 35 sivîl jî birîndar bûn

Li dijî Îdlibê êrîşên esmanî: 8 kuştî, 35 birîndar

Li Sûriyeyê balafirên şer ên rejima Beşar Esed êrîşî cî û warên sivîlan ên nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kir û 8 sivîl hatin kuştin, 35 sivîl jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyayê ji serê sibê pê va êrîşên esmanî dibin ser navçeyên Maarratînnuman, Xan Şêxûn û navenda Îdlibê.  

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan hat hildan, di êrîşên esmanî yên rejima Esed da 8 sivîl hatin kuştin û 35 sivîl jî birîndar bûn.

Ji hêla din va hêzên rejimê li navçeya Maarratînnumanê jî li firinekê xistin. Ji ber êrîşê firinê zirarek mezin dît. 

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" 

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Niha bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye. 

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. 

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin. 

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin. 

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku di navbera 26ê nîsanê û 23yê hezîranê da di êrîşên Beşar Esed û piştgirên wî yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 487 sivîl hatin kuştin, hezar û 495 sivîl jî birîndar bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Tîrmeh 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE