Nûnerê Bilind yê Ewlehiyê û Karên Derva yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell daxuyand li dijî Rûsyayê mueyîdeyên nû tên axaftin.
Civîna Wezîrên Karên Derva yên YEyê dest pê kir.
Borrell beriya civînê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Li ser pirsa dijî Rûsyayê ambargoya neftê wê çêbibe Borrel got mueyîde her tim tên axaftin, wezîr wê li ser gavên nû biaxivin.
Borrell got di ziyareta xwe ya li Ukraynayê da wî dît ku hêzên Rûsyayê ber bi Donbasê va diçin.
Wezîrên karn derva yên YEyê li Luksemburgê hatin bal hev. Ewê li gor encamên Civîna Serokan a di 24-25ê adarê da çêbûbû wê ji nû va biaxivin.
Ji bilî mijara Ukraynayê, rewşa li Malî, Libya û Yemenê jî wê bê axaftin.
Wezîra Karên Derva ya Norveçê Annîken Huîtfeldt û Wezîra Karên Derva ya Îzlandayê Thordîs Kolbrun Reykfjord Gylfadottîr jî wê beşdarî civînê bibin.
AA