Li dinyayê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 2 milyon û 407 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

 Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) derket 2 milyon û 407 hezar û 600î.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 165 hezar û 83yan, ya kesên ku qenc bûn jî derket 625 hezar û 312an.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li gorî daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkins parve kirin, li welêt 761 hezar û 964 kes bi Kovîd-19ê ketin, ji ber vîrusê 40 hezar û 683 kes jî mirin.

- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 10 hezarî zêdetir e

Di "Worldometer"ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 10 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Îspanya 198 hezar û 674, Îtalya 178 hezar û 972, Fransa 152 hezar û 894, Almanya 145 hezar û 742, Îngiltere 120 hezar û 67, Tirkiye 86 hezar û 306, Çîn 82 hezar û 747, Îran 82 hezar û 211, Rûsya 42 hezar û 853, Brezilya 38 hezar û 654, Belçika 38 hezar û 496, Kanada 35 hezar û 56, Hollanda 32 hezar û 655, Swîsre 27 hezar û 740, Portekiz 20 hezar û 206, Hindistan 17 hezar û 615, Peru 15 hezar û 628, Îrlanda 15 hezar û 251, Awistirya 14 hezar û 749, Swêd14 hezar û 385, Îsraîl 13 hezar û 491, Japonya 11 hezar û 509, Koreya Başûr 10 hezar û 674 û Şîlî 10 hezar û 88."

Li van welatan hejmara miriyan jî wiha ye:

"Îtalya 23 hezar û 660, Îspanya 20 hezar û 453, Fransa 19 hezar û 718, Îngiltere 16 hezar û 60, Belçika 5 hezar û 683, Îran 5 hezar û 118, Almanya 4 hezar û 642, Çîn 4 hezar û 632, Hollanda 3 hezar û 684, Brezilya 2 hezar û 462, Tirkiye 2 hezar û 17, Kanada 1587, Swêd 1540, Swîsre 1393, Portekiz 714, Îrlanda 610, Hindistan 559, Awistirya 452, Peru 400, Rûsya 361, Japonya 249, Koreya Başûr 236, Îsraîl 172 û Şîlî 133."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE