Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 160 hezarî derbas bûn.
Li gor agahiya "Worldometer"a malpera ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike, li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin derket 160 hezar û 784an, jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan jî derket 2 milyon û 232 hezar û 456an.
Heta niha bi 39 hezar û 15 kesan va herî zêde mirin li Amerîkayê çêbû. Peyê Amerîkayê ra bi mirina 23 hezar û 227 kesan va Îtalya tê, peyê ra bi mirina 20 hezar û 639 kesan va Spaniya, bi mirina 19 hezar û 323 kesan va Fransa, bi mirina 15 hezar û 464 kesan va Îngiltere, bi mirina 5 hezar û 453 kesan va Belçîka, bi mirina 5 hezar û 31 kesan va Îran, bi mirina 4 hezar û 632 kesan va Çîn û bi mirina 4 hezar û 538 kesan va jî Almanya tê.
Welatên ku ji 1000î zêdetir kes lê mirine jî wiha ne:
"Hollanda (3 hezar û 601), Brezilya (2 hezar û 372), Tirkiye (1890), Swêd (1511), Swîsre (1368) û Kanada (1470)."
Kovîd-19a ku di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, heta niha ji 200î zêdetir welat û herêman bela bû û vegeriya pandemiyê.
600 hezar û 6 kesên ku vîrus kişiya wan, qenc bûn. Milyonek û 571 hezar û 666 kesên ku tedawiya wan dewam dike, hene.
AA