Li dinyayê hejmara kesên ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) filitîn û baş bûn ji 34 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên Worldometera malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê 34 milyon û 878 hezar kesên bi vîrusê ketibûn pak bûn.
Li gor rêzê 4 welatên herî zêde pêketiyên Kovîd-19ê lê pak bûn wiha ye: Hindistan (7 milyon û 603 hezar û 121), Amerîka (6 milyon û 171 hezar û 402), Brezîlya (4 milyon û 980 û 942) û Rûsya (milyonek û 236 hezar û 33).
Li Tikriyeyê jî ji 2yê mijdarê pê va 327 hezar û 7 kes ji vîrusê xilas bûn.
Ji hêla hejmara nexweşên tedawiya wan dewam dike jî ji 12 milyonî derbas bû.
Li dinyayê hejmara pêketiyên enfekte jî gihîşt 12 milyon û 79 hezar û 416yan.
Di nav kesên tedawî dibin da rewşa 11 milyon û 992 hezar û 778 kesan normal e, lê rewşa 86 hezar û 638 nexweşan giran e.
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19a li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû ketin ji 47,3 milyonî derbas bû û milyonek û 211 hezarî zêdetir kes jî ji ber vîrusê mirin. AA