Li dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîn û baş bûn ji 65 milyonî derbas bû

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê 65 milyon û 58 hezar û 210 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîn û baş bûn ji 65 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nexweş ketin û paşê baş bûn ji 65 milyonî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê 65 milyon û 58 hezar û 210 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li 4 welatên ku herî zêde welatiyên wan bi vîrusê ketin di heman demê da bûn welatên ku nexweşên wan zêde pak bûn jî.

Li Amerîkayê 13 milyon û 540 hezar û 25 kes, li Hindistanê 10 milyon û 110 hezar û 634 kes, li Brezilyayê 7 milyon û 167 hezar û 651 kes û li Rûsyayê jî 2 milyon û 800 hezar û 675 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li Tirkiyeyê jî ji 11ê çileya paşîn pê va 2 milyon û 208 hezar û 451 kes baş bûn.

Li Îtalyayê milyonek û 633 hezar û 839, li Kolombiyayê milyonek û 621 hezar û 19, li Almanyayê milyonek û 545 hezar û 500, li Arjantinê milyonek û 511 hezar û 750, li Îngiltereyê milyonek û 404 hezar û 967, li Meksikayê milyonek û 150 hezar û 422, li Polonyayê milyonek û 130 hezar û 460 û li Îranê 81 hezar û 736 kes ji vîrûsê filitîn û baş bûn.

Li dinyayê tedawiya 24 milyon û 130 hezar û 124 kesan dewam dike.

Kovîd-19 di çileya pêşîn a 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê ji 200î zêdetir welêt û herêman belav bû.

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin gihîşt 91 milyon û 137 hezar û 908an, milyonek û 949 hezar û 574 kes jî ji ber vîrusê mirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE