Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê heta niha 2 milyon û 440 kesên bi şewbê ketibûn, baş bûn.
Ji weqayên tedawiya wan dewam dike bi milyon û 940 hezar û 436 kesan ra nîşaneyên kêm ên şewbê hene û rewşa 60 hezar û 4 kesî jî bi talûke ye.
Li tevahiya dinyayê kesên Kovîd-19 ya ku li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê derket û bi wan gihîşt 3 milyon û 240 hezar û 38an û ji ber şewbê jî heta niha 228 hezar û 877 kes mirin.
Ji bo pergala tenduristiyê ya welatan zêdebûna tedawîkirina nexweşên ku bi Kovîd-19ê ketine, barekî giran e.
Li Amerîkayê 855 hezar û 666 kes tên tedawîkirin û ew bi vê jimarê di rêza ewil da ye, li Îngiltere ya ku di rêza duyemîn da cih digire jî 138 hezar û 780, li Îtalyayê 104 hezar û 657, li Fransayê 94 hezar û 105, li Rûsyayê 93 hezar û 806, li Spanyayê 79 hezar û 605 û li Tirkiyeyê jî 70 hezar û 468 kes tên tedawîkirin.
AA