Li dinyayê hejmara kesên ji şewba Kovîd-19ê baş bûn çiqas e?

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ji şewba Kovîd-19ê baş bûn ji 820 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ji şewba Kovîd-19ê baş bûn çiqas e?

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku piştî bi wan ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin ji nexweşiyê pak bûn û baş bûn ji 820 hezarî derbas bû.

Li gor agahiyên malpera "Worldometer" a ku ji serê agahiyên der barê waqieyên Kovîd-19ê da tên berhevkirin li dinyayê 823 hezar û 623 kes ji nexweşiyê baş bûn.

Welatên ku lê herî zêde nexweş baş bûn bi rêzê va Amerîka (110 hezar û 715), Almanya (109 hezar û 800), Îspanya (95 hezar û 708), Çîn (77 hezar û 346), Îran (68 hezar û 193), Îtalya (63 hezar û 120), Fransa (43 hezar û 493), Brezilya (27 hezar û 655), Tirkiye (25 hezar û 582) û Swîsre (21 hezar) ye.

Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê derket 2 milyon û 888 hezar û 240î, ji ber vîrusê 201 hezar û 83 kes mirin. Hê jî milyonek û 863 hezar û 534 waqieyên enfekte yên aktîf hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE