Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 13 milyonî derbas bû

Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 13 milyonî derbas bû.

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 13 milyonî derbas bû

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyahejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 13 milyon û 41 hezar û 698an.

Ji ber Kovîd-19ê mirin derket 537 hezar û 47an a kesên ku qenc bûn jî derket 6 milyon û 543 hezar û 54an.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 3 milyon û 413 hezar û 995 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan herî zêde ye, bi rêzê va Brezilya (milyonek 866 hezar û 176), Hindistan (879 hezar û 466), Rusya (727 hezar û 162), Peru (326 hezar û 326), Şili (315 hezar û 41), Îspanya (300 hezar û 988), Meksika (299 hezar û 750), Îngiltere (289 hezar û 603), Afrîkaya Başûr (276 hezar û 242), Îran (257 hezar û 303), Pakistan (251 hezar û 625), Îtalya (243 hezar û 61) û Erebistana Siûdî (232 hezar û 259) tên.

Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan derket 212 hezar û 993yan.

Welatên ku hejmara pêketiyan ji 70 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Almanya (199 hezar û 950), Bangladeş (183 hezar û 795), Fransa (170 hezar û 752), Kolombiya (150 hezar û 445), Kanada (107 hezar û 590), Qeter (103 hezar û 598), Arjantin (100 hezar û 166), Çin (83 hezar û 602), Misir (82 hezar û 70), Iraq (77 hezar û 506), Endonezya (75 hezar û 699) û Swêd (74 hezar û 898)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE