Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 17 milyon û 496 hezarî derbas bû

Ji ber vîrusê 677 hezar û 137 kes mirin

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 17 milyon û 496 hezarî derbas bû

Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 17 milyon û 496 hezarî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê 677 hezar û 137 kes ji ber vîrusê mirin.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 4 milyon û 634 hezar û 985 kes bi Kovîd-19ê ketin û ji ber şewbê 155 hezar û 285 kes jî mirin. 

- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e 

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Brezilya (2 milyon û 613 hezar û 789), Hindistan (milyonek û 643 hezar û 416), Rûsya (839 hezar û 981), Afrîkaya Başûr (482 hezar û 169), Meksîka (416 hezar û 179), Perû (407 hezar û 492), Çîlî (353 hezar û 536), Îspanya (332 hezar û 510), Îngiltere (302 hezar û 301), Îran (301 hezar û 530), Kolombiya (286 hezar û 20), Pakistan (278 hezar û 305), Erebistana Siûdî (274 hezar û 219), Îtalya (247 hezar û 158), Bangladeş (234 hezar û 889), Tirkiye (229 hezar û 891), Almanya (209 hezar û 653), Fransa (186 hezar û 573), Arjantin (185 hezar û 373), Iraq (121 hezar û 263), Kanada (115 hezar û 799), Qeter (110 hezar û 460) û Endonezya (108 hezar û 376)." 

Ji xeynî Amerîkayê, welatên ku hejmara miriyan ji 5 hezarî derbas bû ev in:


"Brezilya (91 hezar û 377), Meksîka (46 hezar), Îngiltere (45 hezar û 999), Îtalya (35 hezar û 132), Hindistan (35 hezar û 807), Fransa (30 hezar û 254), Îspanya (28 hezar û 443), Perû (19 hezar û 21), Îran (16 hezar û 569), Rusya (13 hezar û 963), Belçika (9 hezar û 840), Kolombiya (9 hezar û 810), Çîlî (9 hezar û 377), Almanya (9 hezar û 221), Kanada (8 hezar û 929), Afrîkaya Başûr (7 hezar û 812), Hollanda (6 hezar û 147), Pakistan (5 hezar û 951), Swêd (5 hezar û 739), Tirkiye (5 hezar û 674), Ekvador (5 hezar û 657) û Endonezya (5 hezar û 131)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE