Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn ji 170 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn ji 170 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ku ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) baş bûn ji 170 milyonî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên ku baş bûn derket 170 milyon û 102 hezar û 891ê.

Li Hindistanê 29 milyon û 843 hezar û 825, li Amerîkayê 29 milyon 168 hezar û 313 û li Brezilyayê 17 milyon 352 hezar û 670 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li Tirkiyeyê jî her wisa 5 milyon 328 hezar û 747 pêketiyên Kovîd-19ê baş bûn.

Her wiha hejmara başbûyan li Rusyayê derket 5 milyon û 121 hezar û 919an, li Fransayê 5 milyon û 638 hezar û 432yan, li Îngiltereyê 4 milyon û 345 hezar û 499an, li Arjantinê 4 milyon û 206 hezar û 478an, li Kolombiyayê 4 milyon û 142 hezar û 384an, li Îtalyayê 4 milyon û 96 hezar û 156an, li Almanyayê 3 milyon û 631 hezar û 500an, li Îspanyayê 3 milyon û 621 hezar û 423yan, li Îranê 2 milyon û 967 hezar û 821ê, li Polonyayê 2 milyon û 652 hezar û 293yan û li Ukraynayê 2 milyon û 175 hezar û 225an.

Li dinyayê tedawiya 11 milyon û 735 hezar û 143 kesan hê jî didome.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE