Li dinyayê hejmara kesên ku Kovîd-19 kişiyayê ji 82 hezarî derbas bû

Ji ber şewbê 2 hezar û 801 kes mirin.

Li dinyayê hejmara kesên ku Kovîd-19 kişiyayê ji 82 hezarî derbas bû

Vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) ku li bajarê Vuhanê yê li ser eyaleta Hubeyê ya Çînê derket, li tevahiya dinyayê kişiya 82 hezar û 100 kesî.

Ji ber şewbê bi tevahî 2 hezar û 801 kes mirin. Li Çînê 2 hezar û 744 kes, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê 2 kes ji ber şewbê mirin.

Kovîd-19 pekiya welatên din jî û bû sedema mirinan. Li Îranê 19, li Japonyayê 7, li Koreya Başûr 13, li Îtalyayê 12, li Fransayê 2, li Taywan û Fîlîpînan her yek kesek ji ber Kovîd-19ê mirin.

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku vîrus kişiyanê ji 82 hezarî derbas bû. Li Çînê kişiya 78 hezar û 497 kesan, li Hong Konga Herêma Îdarî ya Taybet kişiya 91 kesan, li Makauya Herêma Îdarî ya Taybet kişiya 10 kesan. Li Tayvanê jî di 32 kesan da vîrus hat tesbîtkirin.

Li gor daneyên saziyên tenduristiyê û çapemeniya welatên ku vîrusa koronaya nû lê hatine tesbîtkirin, jimara kesên ku vîrus kişiyane wan wiha ne:

"Koreya Başûr 1595, Japonya 894, Îtalya 447, Îran 139, Sîngapur 93, Amerîka 60, Tayland 40, Behreyn 33, Kuweyt 26, Awustralya 23, Malezya 22, Almanya 21, Vîetnam 16, Fransa 17, Vietnam 16, Îngiltere 13, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 13, Îspanya 12, Kanada 12, Iraq 5, Rûsya 5, Uman 4, Hindistan 3, Filipîn 3, Xirvatistan 3, Îsraîl 2, Awisturya 2, Pakistan 2, Libnan 2, Sewêd 2, Finlandiya 2, Cezayîr 1, Nepal 1, Sri Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swîsre 1, Misir 1, Efxanistan 1, Yûnanistan 1, Brezilya 1, Gurcistan 1, Makedonyaya Bakur 1, Romanya 1, Norwec 1."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE