Li dinyayê hejmara mirinên ji ber koronayê

Li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 75 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara mirinên ji ber koronayê

Li dinyahejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 75 hezarî derbas bû.

Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya mirin derket 75 hezar û 299an û hejmara kesên nexweş jî derket milyonek û 352 hezar û 287an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde 16 hezar û 523 kes li Îtalyayê mirin û peyra bi 13 hezar û 341 kesî Îspanya, bi 10 hezar û 943 kesî Amerîka, bi 8 hezar û 911 kesî Fransa, bi 5 hezar û 373 kesî Îngilistan û bi 3 hezar û 739 kesî Îran tê.

Li Çîna ku şewb jê li dinyayê belav bû jî 3 hezar û 331 kes mirin.

Ji ber vîrusa koronayê ya nû li Belçîkayê 2 hezar û 35 kes mirin û welatên ji hezarî zêdetir kes mirin jî ev in: "Hollanda hezar û 867 û Almanya jî hezar û 810."

Şewba Kovîd-19ê ya li Vuhana bajarê Çînê di Kanûna 2019an da derket li dinyayê ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû.

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Çînê derket û li gelek dewletan belav bû ketin ji milyonek û 349 hezarî derbas bû.

"Worldometer"a malpera ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike ragihand ku ji ber Kovîd-19ê 74 hezar û 806 kes mirin û 286 hezar û 655 kes jî baş bûn.

Hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin li gor welatan wiha ye:

Çîn 3 hezar û 331, Hong Kong 4, Îtalya 16 û hezar 523, Îspanya 13 hezar û 341, Amerîka 10 hezar û 943, Fransa 8 hezar û 911, Îngiltere 5 hezar û 373, Îran 3 hezar û 739, Hollanda 1867, Belçîka 1632, Almanya 1810, Swîsre 765, Tirkiye 649, Brezîl 566, Swêd 477, Kanada 323, Portekiz 311, Avusturya 220, Endonezya 209, Koreya Başûr 192, Ekvador 191, Danimarka 187, Îrlanda 174, Romanya 176, Cezayir 173, Filipîn 163, Hindistan 136, Meksîka 125, Polonya 107, Japonya 103, Peru 92, Komara Domînîkê 86, Misir 85, Çekya 80, Fas 80, Yewnanistan 79, Norveç 77, Iraq 64, Malezya 62, Îsraîl 59, Sirbîstan 58, Rûsya 58, Panama 55, Pakistan 54 û Arjantinê jî 53 kes mirin.

- Welatên hejmara kesên ku vîrusa koronayê gihîştine wan ji 1000î zêdetir in

Li gor daneyên malpera "Worldometer"ê welatên ji hezarî zêdetir waqie lê hene jî wiha ne:

"Amerîka 367 hezar 650, Îspanya 136 hezar 675, Îtalya 132 hezar 547, Almanya 103 hezar 375, Fransa 98 hezar 10, Çîn 81hezar 740, Îran 60 hezar û 500, Îngiltere 51 hezar û 608,Tirkiye 30 hezar û 217, Swîsre 21 hezar û 657, Belçîka 20 hezar û 814, Hollanda 18 hezar û 803, Kanada 16 hezar û 667, Avusturya 12 hezar û 386, Brezîlya 12 hezar û 232, Portekîz 11 hezar û 730, Koreya Başûr 10 hezar û 331, Îsraîl 9 hezar û 6, Rûsya 7 hezar û 497, Swêd 7 hezar û 206, Avustralya 5 hezar û 895, Norveç 5 hezar û 865, Îrlanda 5 hezar û 364, Hindistan 4 hezar û 858, Çekya 4 hezar û 828, Şilî 4 hezar û 815, Danîmarka 4 hezar û 681, Japonya 4 hezar û 618, Polonya 4 hezar û 413, Romanya 4 hezar û 57, Pakistan 3 hezar û 864, Malezya 3 hezar û 793, Ekvator 3 hezar û 747, Filipîn 3 hezar û 660, Luksemburg 2 hezar û 843, Erebistana Siûdî 2 hezar û 752, Peru 2 hezar û 561, Endonezya 2 hezar û 491, Meksîka 2 hezar û 439, Fînlandiya 2 hezar û 308, Tayland 2 hezar û 258, Sirbîstan 2 hezar û 200, Panama 2 hezar û 100, Mîrektiya Ereban 2 hezar û 76, Qeter 1832, Komara Dominîkê 1828, Yewnanistan 1755, Komara Afrîkaya Başûr 1686, Arjantîn 1628, Kolombiya 1579, Îzlanda 1562, Ukrayna 1462, Cezayîr 1423, Sîngapur 1375, Misir 1322, Xirvatistan 1222, Zelandaya Nû 1160, Fas 1120, Estonya 1108, Iraq 1031, Slovenya 1021."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE