Li dinyayê hejmara mirinên ji ber koronayê çiqas e?

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 9 milyon û 51 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara mirinên ji ber koronayê çiqas e?

Li dinyahejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ji 9 milyon û 51 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 470 hezar û 821 kes ji ber şewbê mirin, 4 milyon û 842 hezar û 25 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.

Li sersanserê dinyayê 3 milyon û 739 hezar û 43 kesên nexweş ketine tên tedawîkirin. Hejmara kesên bi vîrusê ketine jî gihîşt 9 milyon û 51 hezar û 889an.

- Rewş herî zêde li Amerîkayê xirab e

Welatê ku pêketî û miriyên wê herî zêde Amerîka ye. Li Amerîkayê 2 milyon û 356 hezar û 657 kes bi Kovîd-19ê ketin. Li welêt 122 hezar û 247 kes jî ji ber vîrusê mirin.

- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e

Ji bilî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan 50 hezarî zêdetir in jî wiha hatin rêzkirin:

"Brezîlya (milyonek û 86 hezar û 990), Rûsya (584 hezar û 680), Hindistan (426 hezar û 910), Îngiltere (304 hezar û 331), Îspanya (293 hezar û 352), Peru (254 hezar û 936), Şilî (242 hezar û 355), Îtalya (238 hezar û 499), Îran (204 hezar û 952), Almanya (191 hezar û 575), Tirkiye (187 hezar û 685), Pakistan (181 hezar û 88), Meksîka (180 hezar û 545), Fransa (160 hezar û 377), Erebistana Siûdî (157 hezar û 612), Bangladeş (112 hezar û 306), Kanada (101 hezar û 337), Afrîkaya Başûr (97 hezar û 303), Qeter (87 hezar û 369), Çîn (83 hezar û 396), Kolombiya (68 hezar û 652), Belçîka (60 hezar û 550), Belarus (58 hezar û 505) û Swêd (56 hezar û 43) û Misir (55 hezar û 233),Ekvador (50 hezar û 640)."

Li van welatan hejmara miriyan jî wiha ye:

"Brezîlya 50 hezar û 659, "Îngiltere 42 hezar û 632, Îtalya 34 hezar û 634, Fransa 29 hezar û 640, Îspanya 28 hezar û 323, Meksîka 21 hezar û 825, Hindistan 13 hezar û 703, Belçîka 9 hezar û 696, Îran 9 hezar û 623, Almanya 8 hezar û 962, Kanada 8 hezar û 430, Rûsya 8 hezar û 111, Peru 8 hezar û 45, Swêd 5 hezar û 53, Tirkiye 4 hezar û 950, Çîn 4 hezar û 634, Şilî 4 hezar û 479, Pakistan 3 hezar û 590, Kolombiya 2 hezar û 237, Misir 2 hezar û 193, Afrîkaya Başûr 1930, Bangladeş 1464, Erebistana Siûdî 1267, Belarus 346 û Qeter 98."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE