Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 280 hezar û 162yan, jimara kesên ku vîrus kişiya wan jî derket 4 milyon û 101 hezar û 974an.
Welatê ku herî zêde mirî lê hene bi 80 hezar û 22 kesan va Amerîka ye. Dû ra bi 31 hezar û 587 kes li Îngiltereyê, 30 hezar û 395 kes li Îtalyayê, 26 hezar û 478 kes li Spaniyayê, 26 hezar û 310 kes li Fransayê, 10 hezar û 627 kes li Brezîlyayê, 8 hezar û 581 kes li Belçîkayê, 7 hezar û 549 kes li Almanyayê, 6 hezar û 589 kes li Îranê, 5 hezar û 422 kes li Hollandayê, 4 hezar û 693 kes li Kanadayê û 4 hezar û 633 kes li Çînê mirin.
Welatên din ên ku jimara miriyên wan ji 1000î zêdetir in jî wiha ne:
"Tirkiye (3 hezar û 739), Swêd (3 hezar û 220), Meksîka (3 hezar û 160), Hindistan (2 hezar û 101), Swîsre (1830), Rûsya (1827), Peru (1814), Ekvador (1717), Îrlanda (1446) ve Portekîz (1126)."
Şewba Kovîd-19ê di berfanbara 2019an da li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê derket û li tevahiya dinyayê belayî 200î zêdetir welat û herêman bû.
Milyonek û 441 hezar û 866 kesên ku vîrusa kişiyabû wan jî qenc bûn. Hê 2 milyon û 379 hezar û 657 kesên tedawiya vîrusê dibînin, hene.
AA