Li tevahiyê dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 13 hezarî derbas bû.
Malpera înternetê "Worldometer" ya ku li ser wê der barê Kovîd-19ê da agahî rojane tên belavkirin daxuyand li tevahiya dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin bû 13 hezar û 69.
Li gor daneyan bi 5 hezar û 825 kesan va herî zêde li îtalyayê mirov ji ber nexweşiyê mirin.
Piştî Îtalyayê bi 3 hezar û 261 kesan va herî zêde li Çînê mirov mirin.
Li Îranê jî 1556 kes mirin ku ew jî bû welatê sêyemîn a ku herî zêde mirov lê mirin.
AA