Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 210 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 210 milyonî derbas bû

 Li dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 210 milyonî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer"ê ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê derket 210 milyon û 135 hezar û 43an.

Amerîka bi 38 milyon û 72 hezar û 656 pêketiyan va di rêza yekemîn da ye.

Bi 32 milyon û 320 hezar û 320yan va Hindistan, 20 milyon û 458 hezar û 221î va Brezilya, 6 milyon û 663 hezar û 743î va Rûsya, 6 milyon û 533 hezar û 383yan va Fransa, 6 milyon û 355 hezar û 887an va Îngiltere, 6 milyon û 138 hezar û 452yan va Tirkiye, 5 milyon û 106 hezar û 207an va Arjantîn, 4 milyon û 877 hezar û 323yan va Kolombiya û 4 milyon û 745 hezar û 558an va Îspanya pey Amerîkayê tên.

Ji ber Kovîd-19ê li dinyayê 4 milyon û 405 hezar û 953 kes mirin, 188 milyon û 247 hezar û 125 kes jî baş bûn.

Tedawiya 17 milyon û 481 hezar û 965 kesan jî didome.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE