Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 64 milyonî derbas bû

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, hejmara giştî ya pêketiyên Kovîd-19a ku belayî hemû dinyayê bûye, derket 64 milyon û 9 hezar û 313an.

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 64 milyonî derbas bû

 Li dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 64 milyonî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, hejmara giştî ya pêketiyên Kovîd-19a ku belayî hemû dinyayê bûye, derket 64 milyon û 9 hezar û 313an.

Amerîka bi 14 milyon û 31 hezar û 757 pêketiyan va di rêza yekemîn da ye, pey vî welatî bi 9 milyon û 495 hezar û 661ê va Hindistan, bi 6 milyon 344 hezar û 345ê va Brezilya, bi 2 milyon 232 hezar û 56ê va Rusya, bi 2 milyon 230 hezar û 571ê va Fransa, bi milyonek û 664 hezar û 945ê va Îspanya, bi milyonek û 643 hezar û 86ê va Îngiltere, bi milyonek û 620 hezar û 901ê va Îtalya, bi milyonek û 424 hezar û 533ê va Arjantin, bi milyonek û 316 hezar û 806ê va Kolombiya û bi milyonek û 113 hezar û 543yan va jî Meksika tê.

Li tevahiya dinyayê ji ber Kovîd-19ê milyonek û 481 hezar û 896 kes mirin, 44 milyon û 294 hezar û 739 kes jî ji vîrusê filitîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE