Li dinyayê hejmara rehetbûyên ji koronavîrusê çiqas e?

Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê 2 milyon derbas kir.

Li dinyayê hejmara rehetbûyên ji koronavîrusê çiqas e?

Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 2 milyon derbas kir.

Li gorî malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû li serê tên parvekirin, li cîhanê hejmara rehetbûyên Kovîd-19ê weke 2 milyon û 978 hezar hat tomarkirin.

Li cîhanê welatên ku herî zêde pêketî lê rehet bûn wiha hatin rêzkirin:

DYA (365 hezar û 747), Îspanya (196 hezar û 958), Almanya (156 hezar û 900), Îtalya (132 hezar û 282), Tirkiye (113 hezar û 987), Brezîlya (106 hezar û 794), Îran (98 hezar û 808), Rûsya (85 hezar û 392) Çîn (78 hezar û 244) û Fransa (63 hezar û 354).

Şewba Kovîd-19ê ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin li zêdetir ji 200 welat û herêmî belav bû.

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 5 milyon û 51 hezar û 800î, herwiha ji ber vê nexweşiyê 327 hezar û 748 kesan jî canê xwe jidest da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE