Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 870 hezar derbas kir.
Li gorî malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû li serê tên parvekirin, li cîhanê hejmara yên ku bi Kovîd-19ê ketin û paşê rehet bûn gihişt 871 hezar û 265an.
Welatên ku herê zêde rehetbûna ji nexweşiyê çêbû bi vê rê zê bû:
DYA (118 hezar û 633),Îspanya (117 hezar û 727), Almanya (109 hezar û 800), Çîn (77 hezar û 394), Îran (69 hezar û 657), Îtalya (64 hezar û 928) û Fransa (44 hezar û 594).
Li Tirkiyeyê jî hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 29 hezar û 140î.
AA