Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kişiya wan ji 5 milyonî derbas bû.

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

 Li tevahiya dinyahejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kişiya wan ji 5 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê kişiya wan derket 5 milyon û 599an.

Welatê ku herî zêde waqie lê hene bi milyonek û 570 hezar û 583 kesan va Amerîka ye. Dû Amerîkayê ra bi dorê Rûsya (308 hezar û 705), Îspanya (278 hezar û 803), Brezîlya (271 hezar û 885), Îngiltere (248 hezar û 818), Îtalya (226 hezar û 699), Fransa (180 hezar û 809) û Almanya (177 hezar û 827) tê.

Li Tirkiyeyê jimara kesên ku vîrus kişiya wan derket 151 hezar û 615an.

Di Worldometerê da welatên ku jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan ji 50 hezarî derbas bûne, wiha ne:

"Îran (124 hezar û 603), Hindistan (106 hezar û 886), Peru (99 hezar û 483), Çîn (82 hezar û 965), Kanada (79 hezar û 112), Erebistana Siûdî (59 hezar û 854) Belçîka (55 hezar û 791) û Meksîka (54 hezar û 346)."


Şewba Kovîd-19ê di berfanbara 2019an da li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê derket û li tevahiya dinyayê belayî 200î zêdetir welat û herêman bû.

Li tevahiya dinyayê 320 hezar û 189 kes ji ber vîrusê mirin.

Milyonek û 970 hezar û 918 kesên ku vîrus kişiya wan, qenc bûn, lê hê 2 milyon û 704 hezar û 525 kesên ku vîrus kişiyayê û tedawî dibin, hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE