Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji 5 milyon û 407 hezarî derbas bû.

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li tevahiya dinyahejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya li Wuxana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket holê û kişiya wan bû 5 milyon û 407 hezar û 414.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 344 hezar û 25 kes ji ber şewbê mirin û 2 milyon û 248 hezar û 366 kes jî ji şewbê filitîn.

Li seranserê dinyayê heta niha şewba Kovîd-19ê bi 5 milyon û 407 hezar û 414 kesî geriya.

- Rewş li Amerîkayê gelekî xerab e

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket milyonek û 666 hezar û 828an û ji ber şewbê heta niha 98 hezar û 683 kes jî mirin.

- Welatên ku ji 20 hezarî zêdetir waqie lê hene

Di "Worldometer"ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 20 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Brezîlya (349 hezar û 113), Rûsya (335 hezar û 882), Îspanya (282 hezar û 370), Îngiltere (257 hezar û 154), Îtalya (229 hezar û 327), Fransa (182 hezar û 469), Almanya (179 hezar û 986), Tirkiye (155 hezar û 686), Îran (133 hezar û 521), Hindistan (131 hezar û 920), Peru (115 hezar û 754), Kanada (83 hezar û 621), Çîn (82 hezar û 974), Erebistana Siûdî (70 hezar û 161), Meksîka (65 hezar û 856), Şîlî (65 hezar û 393), Belçika (56 hezar û 810), Pakistan (54 hezar û 601), Holanda (45 hezar û 64), Qeter (42 hezar û 213), Ekvador (36 hezar û 258), Belarûs (35 hezar û 244), Swêd (33 hezar û 188 ), Bangladeş (32 hezar û 78), Sîngapur (31 hezar û 68), Swîsre (30 hezar û 725), Portugal (30 hezar û 471), Îmarat (28 hezar û 704), Îrlanda (24 hezar û 582), Endonezya (21 hezar û 745), Afrîkaya Başûr (21 hezar û 343), Polonya (20 hezar û 931), Ukrayna (20 hezar û 580), Kuweyt (20 hezar û 464) û Kolombiya (20 hezar û 177)."

Li van welatan hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirine jî ev e:

"Îngiltere 36 hezar û 675, Îtalya 32 hezar û 735, Îspanya 28 hezar û 678, Fransa 28 hezar û 332, Brezîlya 22 hezar û 165, Belçika 9 hezar û 237, Almanya 8 hezar û 366, Îran 7 hezar û 359, Meksîka 7 hezar û 179, Kanada 6 hezar û 355, Holanda 5 hezar û 811, Çîn 4 hezar û 634, Tirkiye 4 hezar û 308, Swêd 3 hezar û 992, Hindistan 3 hezar û 869, Rûsya 3 hezar û 388, Peru 3 hezar û 373, Ekvador 3 hezar û 96, Swîsre 1905, Îrlanda 1604, Endonezya 1351, Portugal 1302, Pakistan 1133, Polonya 993, Kolombiya 705, Şîlî 673, Ukrayna 605, Bangladeş 452, Afrîkaya Başûr 407, Erebistana Siûdî 379, Îmarat 244, Belarûs 194, Kuweyt 148, Sîngapur 23 û Qeter 21."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE