Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 6 milyon û 980 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ku li bajarê Vuhanê yê Çînê serî hilda, derket 6 milyon û 980 hezar û 965an.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 402 hezar û 273yan, ya kesên ku qenc bûn jî derket 3 milyon û 413 hezar û 444an. 

- Bîlançoya herî giran li Amerîkayê ye 

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt milyonek û 988 hezar û 545 kes bi Kovîd-19ê ketin, ji ber vîrusê 112 hezar û 96 kes jî mirin. 

- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Brezilya (676 hezar û 494), Rûsya (458 hezar û 689), Îspanya (288 hezar û 390), Îngiltere (284 hezar û 868), Hindistan (247 hezar û 040), Îtalya (234 hezar û 801), Peru (191 hezar û 758), Almanya (185 hezar û 696), Îran (169 hezar û 425), Tirkiye (169 hezar û 218), Fransa (153 hezar û 634), Şilî (127 hezar û 745), Meksika (113 hezar û 619), Pakistan (98 hezar û 943), Erebistana Siûdî (98 hezar û 869), Kanada (95 hezar û 57), Çîn (83 hezar û 36), Qeter (67 hezar û 195), Bangladeş (63 hezar û 26), Belçika (59 hezar û 72).”


Li van welatan hejmara miriyan jî wiha ye:

"Îngiltere 40 hezar û 465, Brezilya 36 hezar û 44, Îtalya 33 hezar û 846, Fransa 29 hezar û 142, Îspanya 27 hezar û 135, Meksika 13 hezar û 511, Belçika 9 hezar û 580, Almanya 8 hezar û 769, Îran 8 hezar û 209, Kanada 7 hezar û 773, Hindistan 6 hezar û 946, Rûsya 5 hezar û 725, Peru 5 hezar û 301, Tirkiye 4 hezar û 669, Çîn 4 hezar û 634, Pakistan 2002, Şili 1541, Bangladeş 846, Erebistana Siûdî 676 û Qeter 51."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE