Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li Dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 7 milyon û 90 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li Dinyahejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 92 hezar û 919an.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 406 hezar û 207 kes ji ber şewbê mirin, 3 milyon û 462 hezar û 185 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.

- Rewş herî zêde li Amerîkayê xirab e

Welatê ku pêketî û miriyên wê herî zêde ye, Amerîka ye. Li Amerîkayê 2 milyon û 7 hezar û 449 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Li welêt 112 hezar û 469 kes jî ji ber vîrûsê mirin.

- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan 50 hezarî zêdetir in jî wiha hatin rêzkirin:

Brezilya (691 hezar û 962), Rûsya (467 hezar û 673), Îspanya (288 hezar û 630), Îngiltere (286 hezar û 194), Hindistan (258 hezar û 90), Îtalya (234 hezar û 998), Peru (196 hezar û 515), Almanya (185 hezar û 869), Îran (171 hezar û 789), Tirkiye (170 hezar û 132), Fransa (153 hezar û 977), Şilî (134 bin 150), Meksîka (117 hezar û 103), Pakistan (103 hezar û 671), Erebistana Siûdî (101 hezar û 914), Kanada (95 hezar û 699), Çîn (83 hezar û 40), Qeter (68 hezar û 790), Bangladeş (65 hezar û 769), Belçîka (59 hezar û 226).

Li van welatan hejmara miriyan jî wiha ye:


"Îngiltere 40 hezar û 542, Brezîlya 37 hezar û 312, Îtalya 899 hezar û 846, Fransa 29 hezar û 155, Îspanya 27 hezar û 136, Meksîka 13 hezar û 699, Belçîka 9 hezar û 595, Almanya 8 hezar û 776, Îran 8 hezar û 281, Kanada 7 hezar û 800, Hindistan 7 hezar û 207, Rûsya 5 hezar û 859, Peru 5 hezar û 465, Tirkiye 4 hezar û 692, Çîn 4 hezar û 634, Şilî 2 hezar û 190, Pakistan 2 hezar û 67, Bangladeş 888, Erebistana Siûdî 712 û Qeter 54."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE