Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li Dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 7 milyon û 336 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li Dinyahejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 336 hezar û 33yan.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 414 hezar û 9 kes ji ber şewbê mirin, 3 milyon û 617 hezar û 967 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.

Li sersanserê dinyayê 3 milyon û 304 hezar û 57 kesên nexweş ketine jî tên tedawîkirin.

- Rewş herî zêde li Amerîkayê xirab e

Welatê ku pêketî û miriyên wê herî zêde Amerîka ye. Li Amerîkayê 2 milyon û 45 hezar û 715 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Li welêt 114 hezar û 151 kes jî ji ber vîrusê mirin.

- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan 50 hezarî zêdetir in jî wiha hatin rêzkirin:

Brezîlya (742 hezar û 84), Rûsya (493 hezar û 657), Îspanya (289 hezar û 46), Îngiltere (289 hezar û 410), Hindistan (276 hezar û 583), Îtalya (235 hezar û 561), Peru (203 hezar û 736), Almanya (186 hezar û 516), Îran (175 hezar û 927), Tirkiye (172 hezar û 114), Fransa (154 hezar û 591), Şilî (142 bin 759), Meksîka (124 hezar û 301), Pakistan (113 hezar û 702), Erebistana Siûdî (108 hezar û 571), Kanada (96 hezar û 653), Çîn (83 hezar û 46), Qeter (71 hezar û 879), Bangladeş (71 hezar û 675), Belçîka (59 hezar û 437), Afrîkaya Başûr (52 hezar û 991), Belarus (50 hezar û 265).

Li van welatan hejmara miriyan jî wiha ye:

"Îngiltere 40 hezar û 883, Brezîlya 38 hezar û 497, Îtalya 34 hezar û 43, Fransa 29 hezar û 296, Îspanya 27 hezar û 136, Meksîka 14 hezar û 649, Belçîka 9 hezar û 619, Almanya 8 hezar û 831, Îran 8 hezar û 425, Kanada 7 hezar û 897, Hindistan 7 hezar û 745, Rûsya 6 hezar û 358, Peru 5 hezar û 738, Tirkiye 4 hezar û 729, Çîn 4 hezar û 634, Şilî 2 hezar û 283, Pakistan 2 hezar û 255, Bangladeş 975, Erebistana Siûdî 783 û Qeter 62, Afrîkaya Başûr 1162 û Belarus 282."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE