Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji milyonek û 607 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku ji Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket li seranserê dinyayê belav bû nexweş ketine ji milyonek û 607 hezarî derbas bû.

Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên nexweş ketine ji milyonek û 607 hezarî derbas bû.

Li gor agahiyan heta niha ji ber Kovîd-19ê 95 hezar û 785 kes mirine û 357 hezar û 164 kes jî baş bûne.

Ji ber Kovîd-19ê hejmara kesên mirin li Çînê 3 hezar û 336, li Hong Kongê 4, li Îtalyayê 18 hezar û 279, li Amerîkayê 16 hezar û 697, li Îspanyayê 15 hezar û 447, li Fransayê 12 hezar û 210, li Îngilistanê 7 hezar û 978, li Îranê 4 hezar û 110, li Almanyayê 2 hezar û 607, li Belçîkayê 2 hezar û 523, li Hollandayê 2 hezar û 396, li Brezilyayê 957, li Swîsreyê 948, li Tirkiyeyê 908, li Swêdê 793, li Kanadayê 509, li Portekizê 409, li Awistiryayê 295, li Endonezyayê 280, li Ekvadorê 272, li Îrlandayê 263, li Romanyayê 248, Danîmarkayê 237, li Cezayirê 235, li Hindistanê 228, li Koreya Başûr 208, li Filipînê 203, li Meksikayê 194, li Polonyayê 174, li Peruyê 138, li Komara Domînikê 118, li Misirê 118, li Çekyayê 113, li Japonyayê 110, li Norwecê 108, li Fasê 97, li Rûsyayê 94, li Yewnanistanê 87, li Îsraîlê 86, li Arjantînê 79, li Macaristanê 77, li Iraqê 69, li Kolombiyayê 69, li Ukraynayê 69, li Malezyayê 67, li Sirbistanê 66, li Pakistanê 66, li Panamayê 66, li Şiliyê 57, li Awistralyayê 53 û li Luksemburgê 52 kes e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE