Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 18 milyon û 476 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovd-19) ketin ji 18 milyon û 476 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 698 hezar û 224 kes ji ber vîrûsê mirin.

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusê ketin derkete 18 milyon û 476 hezar û 313an, hetanî nika 11 milyon û 702 hezar û 380 kes gihîştin siheta xwe. Li dinyayê hê dermankirina 6 milyon û 75 hezar û 75 kesan dewam dike.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 4 milyon û 862 hezar û 513 kesan, ji ber vîrusê 158 hezar û 968 kes mirin.

- Welatên hejmara waqieyan ji 100 hezarî zêdetir e

Piştî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e wiha ye:

"Brezîlya (2 milyon û 751 hezar û 665), Hindistan (milyonek û 861 hezar û 821), Rûsya (861 hezar û 423), Afrîkaya Başûr (516 hezar û 862), Meksîka (443 hezar û 813), Peru (443 hezar û 100), Şîlî (361 hezar û 493), Îspanya (344 hezar û 134), Kolombiya (327 hezar û 850), Îran (314 hezar û 786), Îngiltere (305 hezar û 623), Pakistan (280 hezar û 461), Erebistana Siûdî (280 hezar û 93), Îtalya (248 hezar û 229), Bangladeş (244 hezar û 20), Tirkiye (233 hezar û 851), Almanya (212 hezar û 320), Arjantîn (206 hezar û 743), Fransa (191 hezar û 295), Iraq (131 hezar û 886), Kanada (117 hezar û 31), Endonezya (115 hezar û 56), Filîpîn (112 hezar û 593) û Qeter (111 hezar û 322)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 5 hezarî zêdetir in wiha ye: 

"Brezîlya (94 hezar û 702), Meksîka (48 hezar û 12), Îngiltere (46 hezar û 210), Hindistan (39 hezar û 44), Îtalya (35 hezar û 166), Fransa (30 hezar û 294), Îspanya (28 hezar û 472), Peru (19 hezar û 811), Îran (17 hezar û 617), Rûsya (14 hezar û 351), Kolombiya (11 hezar û 17), Belçika (9 hezar û 850), Şilî (9 hezar û 707), Almanya (9 hezar û 232), Kanada (8 hezar û 947), Afrîkaya Başûr (8 hezar û 539), Hollanda (6 hezar û 149), Pakistan (5 hezar û 999), Ekvador (5 hezar û 767), Tirkiye (5 hezar û 747), Swêd (5 hezar û 744) û Endonezya (5 hezar û 388)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE