Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 4 milyon û 181 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ku li bajarê Vuhanê yê Çînê derket, ji 4 milyon û 181 hezarî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 283 hezar û 877an, ya kesên ku qenc bûn jî derket milyonek û 493 hezar û 500an.

Dîsa li tevahiya dinyayê hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon û 181 hezar û 221an.

- Bîlançoya herî giran li Amerîkayê ye

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt milyonek û 367 hezar û 638 kes bi Kovîd-19ê ketin, ji ber vîrusê 80 hezar û 787 kes jî mirin.

- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 10 hezarî zêdetir e

Di "Worldometer"ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 10 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Îspanya (264 hezar û 663), Îngiltere (219 hezar û 183), Îtalya (219 hezar û 70), Rusya (209 hezar û 688), Fransa (176 hezar û 970), Almanya (171 hezar û 879), Brezilya (162 hezar û 699), Tirkiye (138 hezar û 657), Îran (107 hezar û 603), Çîn (82 hezar û 918), Kanada (68 hezar û 848), Peru (67 hezar û 307), Hindistan (67 hezar û 259), Belçika (53 hezar û 81), Hollanda (42 hezar û 627), Erebistana Siûdî (39 hezar û 48), Meksîka (35 hezar û 22), Pakistan (30 hezar û 941), Swîsre (30 hezar û 305), Ekvador (29 hezar û 559), Şîlî (28 hezar û 866), Portekiz (27 hezar û 581), Swêd (26 hezar û 322), Singapur (23 hezar û 336), Îrlanda (22 hezar û 996), Belarus (22 hezar û 973), Qeter (22 hezar û 520), Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (18 hezar û 198), Japonya (16 hezar û 489), Îsraîl (16 hezar û 477), Polonya (15 hezar û 996), Awistirya (15 hezar û 871), Romanya (15 hezar û 362), Ukrayna (15 hezar û 232), Bangladeş (14 hezar û 657), Endonezya (14 hezar û 32), Kolombiya (11 hezar û 63), Koreya Başûr (10 hezar û 909), Fîlîpîn (10 hezar û 794), Danîmarka (10 hezar û 429), Komara Domînîkê (10 hezar û 347), Sirbistan (10 hezar û 114) û Komara Afrîkaya Başûr (10 hezar û 15)."

Li van welatan hejmara miriyan jî wiha ye:

"Îngiltere 31 hezar û 855, Îtalya 30 hezar û 560, Îspanya 26 hezar û 621, Fransa 26 hezar û 380, Brezilya 11 hezar û 123, Belçika 8 hezar û 656, Almanya 7 hezar û 569, Îran 6 hezar û 640, Hollanda 5 hezar û 440, Kanada 4 hezar û 870, Çîn 4 hezar û 633, Tirkiye 3 hezar û 786, Meksîka 3 hezar û 465, Swêd 3 hezar û 225, Hindistan 2 hezar û 212, Ekvador 2 hezar û 127, Rusya 1915, Peru 1889, Swîsre 1833, Îrlanda 1458, Portekiz 1135, Endonezya 973, Romanya 961, Polonya 800, Fîlîpîn 719, Pakistan 667, Japonya 637, Awistirya 618, Danîmarka 529, Kolombiya 463, Ukrayna 391, Komara Domînîkê 388, Şîlî 312, Koreya Başûr 256, Îsraîl 252, Erebistana Siûdî 246, Bangladeş 228, Sirbistan 215, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 198, Komara Afrîkaya Başûr 194, Belarus 131, Singapur 20, Qeter 14."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE