Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin û paşê baş bûn ji milyonek û 600 hezarî derbas bû.
Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê milyonek û 602 hezar û 539 kes ji vîrusê filîtin û baş bûn.
Herî zêde li Amerîkayê mirov ji şewba vîrusa koronayê filîtin û baş bûn ku hejmara wan 296 hezar û 746 ye.
Piştî Amerîkayê li Îspanyayê 180 hezar û 470 kes, li Almanyayê 147 hezar û 200 kes, li Îtalyayê 109 hezar û 39 kes, li Îranê 88 hezar û 357 kes û li Çinê 78 hezar û 189 bi Kovîd-19yê ketin û paşê baş bûn.
Li Tirkiyeyê jî heta niha 98 hezar û 889 kesên vîrusê ketibûn, baş bûn.
Şewba ku li Çînê derket holê ji 200î zêdetir welatî belav bû û bû pandemî.
Li tevahiya dinyayê 4 milyon û 342 hezar û 685 kes bi vîrusê ketin, 292 hezar û 893 kes jî mirin.
AA