Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê ji 4 milyon û 700 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li tevahiya dinyajimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 4 milyon û 700 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên rojane yên der barê waqieyên nû yên li herêm û welatên ku lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê derket 4 milyon û  703 hezar û 844an.

Jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû herî zêde li Amerîkayê ye. Li Amerîkayê milyonek û 502 hezar û 11 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Piştî Amerîkayê welatên ku lê herî zêde waqie hene bi rêzê va wiha ye: Îspanya (276 hezar û 505), Rûsya (272 hezar û 43), Îngiltere (236 hezar û 711), Îtalya (240 hezar û 161), Brezilya (227 hezar û 919), Fransa (179 hezar û 506) û Almanya (175 hezar û 921).

Li Tirkiyeyê jimara waqieyan derket 146 hezar û 76an.

Li Worldometerê welatên ku jimara waqieyan gihaşt 50 hezarî wiha hat rêzkirin: 

"Îran (118 hezar û 392), Hindistan (90 hezar û 648), Peru (88 hezar û 541), Çîn (82 hezar û 941), Kanada (75 hezar û 770), Belçîka (54 hezar û 989) û Erebistana Siûdî (52 hezar û 16)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE