Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li ser asta dinyayê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin ji 320 hezarî derbas bû.

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

 Li ser asta dinyayê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin ji 320 hezarî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 320 hezar û 189an, hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon û 894 hezar û 278an.

Welatê ku herî zêde kes lê mirin Amerîka ye û hejmara wê jî 91 hezar û 981 e.

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara wan zêde ye, ligel hejmarê va ev in:

Îngiltere 34 hezar û 796, Îtalya 32 hezar û 7, Fransa 28 hezar û 239, 27 hezar û 709 Îspanya, 16 hezar û 853 Brezilya, 9 hezar û 80 Belçika, 8 hezar û 123 Almanya, 7 hezar û 57 Îran, 5 hezar û 842 Kanada, 5 hezar û 694 Hollanda, 5 hezar û 332 Meksika û 4 hezar û 634 Çîn.

Welatên din ên ku hejmara miriyan ji 1000î zêdetir e:

"Tirkiye (4 hezar û 171 ), Swêd (3 hezar û 698), Hindistan (3 hezar û 164 ), Ekvador (2 hezar û 799), Peru (2 hezar û 789), Rusya (2 hezar û 722), Swîsre (1886), Îrlanda (1547), Portekiz (1231), Endonezya (1191) û Romanya (1020).”

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE