Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê (Kovid-19) ketin ji milyonek û 200 hezarî derbas bû.

Li dinyayê hejmara weqayên koronayê çiqas e?

Li gor agahiyên derbarê Kovid-19ê yên li ser malpera "Worldometer"ê hatin belavkirin, li dinyayê hejmara kesin bi koronayê ketin ji milyonek û 200 hezarî derbas bû.

Welatê herî zede waqie lê hat tespîtkirin bi hejmara 311 hezar û 635an va Amerîka ye, di rêza duyem da bi hejmara 126 hezar û 168an va Îspanya, di rêza sêyem da bi hejmara 124 hezar û 632an va Îtalya heye.

Li Çîna ku cara ewil vîrus lê derket hejmar 81 hezar û 669 e.
Welatên ku lê hejmara nexweşan ji 10 hezarî derbas kiriye wiha hatin rêzkirin: Fransa (89 hezar û 953), Îran (55 hezar û 743), Îngiltere (41 hezar û 903), Tirkiye (23 hezar û 934), Swîsre (20 hezar û 505), Belçîka (18 hezar û 431), Hollanda (16 hezar û 627), Kanada (14 hezar û 18), Awistirya (11 hezar û 781), Portekîz (10 hezar û 524), Brezilya (10 hezar û 360) û Koreya Başûr (10 hezar û 237).

Ji ber şewbê li seranserê dinyayê 64 hezar û 743 kes mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE