Li dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 miyonî

Li gor rapora Karkerên Zarok: Ya 2020î ya Kurewî û Rewşa Wan a Pêşerojê ya ILOyê û UNÎCEFÊ weşand, di 4 salên dawîn da zarokên tên xebitandin 8,4 milyon zêde bû.

Li dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 miyonî

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) diyar kirin ku di nav 4 salên dawîn da li dinyayê hejmara zarokên karker 8,4 milyon zêde bû û derket 160 milyonî, ji ber Kovîd-19ê 9 milyon zarokên din jî êdî di xetereyê da ne.

Li gor rapora Karkerên Zarok: Ya 2020î ya Kurewî û Rewşa Wan a Pêşerojê ya ILOyê û UNÎCEFÊ weşand, di 4 salên dawîn da zarokên tên xebitandin 8,4 milyon zêde bû.

Heke tevdîrên lazim dikin neyên hildan di sala 2022yan da dibe ku hejmara zarokên karker derkeve 169 milyonî.

79 milyon zarokên emrê wan di navbera 5 û 17 salî da di karên xeternak da dixebitin

Li gor raporê hejmara zarokên dixebitin 160 milyon e. Di nav wan 160 milyonî da 79 milyon zarokên emrê wan di navbera 5 û 17 salî da di karên xeternak da dixebitin.

Ji sedî 28ê emrê wan di navbera 5 û 11î da û ji sedî 35ê emrê wan di navbera 12 û 14an da naçin xwendingehê.

Ji sedî 72yê zarokan bi malbatên xwe ra dixebitin. Her çiqasî bêjin xebata bi malbatan ra ya zarokan ewledar e jî rewş li berevajiyê vê ye û zarokên bi malbatên xwe ra dixebitin karên xeternak dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE