Li dinyayê ji 2 milyar û 220 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat kirin

Li dinyayê ji 2 milyar û 220 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat kirin

 Li tevahiyê dinyayê dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hetanî niha ji 2 milyar û 220 milyon dozî zêdetir aşî hat kirin.

Li gor "Ourworldindata.org"a daneyên aşiya Kovîd-19ê berhev dike, li Çînê 808 milyon û 960 hezar doz aşî hat kirin. Piştî Çînê 303 milyon û 920 hezar doz aşî li Amerîkayê, 239 milyon û 60 hezar doz aşî li Hindistanê, 74 milyon û 540 hezar doz aşî li Brezîlyayê, 68 milyon û 800 hezar doz aşî li Îngiltereyê, 55 milyon û 550 hezar doz aşî li Almanyayê, 40 milyon û 840 hezar doz aşî li Fransayê, 39 milyon û 310 hezar doz aşî li Îtalyayê, 34 milyon û 660 hezar doz aşî li Meksîkayê, 31 milyon û 646 hezar doz aşî li Tirkiyeyê, 31 milyon û 300 hezar doz aşî li Rûsyayê, 30 milyon û 470 hezar doz aşî li Îspanyayê, 29 milyon û 620 hezar doz aşî li Endonezyayê, 26 milyon û 860 hezar doz aşî li Kanadayê û 22 milyon û 740 hezar doz aşî li Polonya hat kirin.

Li tevahiya dinyayê heta niha 2 milyar û 220 milyon doz aşiya Kovîd-19ê hat kirin.

- Di lêxistina aşiyê da Tirkiye kete rêza 10an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê heta niha 31 milyon û 646 hezar û 417 doz aşiya Kovîd-19ê hatiye kirin.

Tirkiye ji aliyê jimara aşiyê da li dinyayê di rêza 10an da ye. Li Tirkiyeyê rêjeya aşiyê ji 100 kesan 37,46 doz e. 18 milyon û 279 hezar û 281 kesan doza ewil, 13 milyon û 367 hezar û 136 kesan herdu doz li xwe xistin.

Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyan ji 174 milyon û 802 hezarî derbas bû, ji 3 milyon û 764 hezarî zêdetir kes jî mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE