Li dinyayê ji 3 milyar û 160 milyonî zêdetir doz aşiya Kovîd-19ê hat kirin

Li dinyayê ji 3 milyar û 160 milyonî zêdetir doz aşiya Kovîd-19ê hat kirin

Li tevahiya dinyayê dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hetanî niha ji 3 milyar û 160 milyon dozî zêdetir aşî hat kirin.

Li gor "Ourworldindata.org"a daneyên aşiya Kovîd-19ê berhev dike, li Çînê ji milyarek û 280 milyon dozî zêdetir aşî hat kirin. Piştî Çînê 344 milyon û 610 hezar doz aşî li Hindistanê, 328 milyon û 810 hezar doz aşî li Amerîkayê, 102 milyon û 780 hezar doz aşî li Brezîlyayê, 78 milyon û 250 hezar doz aşî li Îngiltereyê, 75 milyon û 780 hezar doz aşî li Almanyayê, 54 milyon û 480 hezar doz aşî li Fransayê, 52 milyon û 680 hezar doz aşî li Îtalyayê, 52 milyon û 136 hezar doz aşî li Tirkiyeyê, 46 milyon û 450 hezar doz aşî li Meksîkayê, 46 milyon û 250 hezar doz aşî li Japonyayê, 44 milyon û 660 hezar doz aşî li Endonezyayê, 42 milyon û 790 hezar doz aşî li Îspanyayê, 31 milyon û 300 hezar doz aşî li Rûsyayê, 38 milyon û 420 hezar doz li Kanadayê, 29 milyon û 790 hezar doz li Polonyayê û 22 milyon û 940 hezar doz aşî jî li Şîliyê hat kirin.

Li tevahiya dinyayê heta niha 3 milyar û 160 milyon doz aşiya Kovîd-19ê hat kirin.

- Di lêxistina aşiyê da Tirkiye kete rêza 9an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê heta niha 31 milyon û 646 hezar û 417 doz aşiya Kovîd-19ê hatiye kirin.

Tirkiye ji aliyê jimara aşiyê da li dinyayê di rêza 9an da ye. Li Tirkiyeyê rêjeya aşiyê ji 100 kesan 61,78 doz e. 35 milyon û 685 hezar û 251 kesan doza ewil, 15 milyon û 531 hezar û 284 kesan herdu doz li xwe xistin.

Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyan ji 183 milyon û 945 hezarî derbas bû, ji 3 milyon û 981 hezarî zêdetir kes jî mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE