Li dinyayê ji 4 milyar û 930 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin

Li dinyayê ji 4 milyar û 930 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin

Li tevahiya dinyayê heta niha ji 4 milyar û 930 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.

Li gor malpera "Ourworldindata.org"ê ku daneyên ser aşiya Kovîd-19ê berhev dike, Çîn bi milyarek û 940 milyon dozî va bûye welatê ku heta niha herî zêde aşî lê hatiye lêxistin, pey Çînê;

Bi 576 milyon û 370 hezarî va Hindistan, bi 361 milyon û 680 hezarî va Amerîka, bi 173 milyon û 650 hezarî va Brezîlya, bi 115 milyon û 740 hezarî va Japonya, bi 99 milyon û 340 hezarî va Almanya, bi 89 milyon û 70 hezarî va Îngiltere, bi 88 milyon û 590 hezarî va Tirkiye, bi 88 milyon û 200 hezarî va Endonezya, bi 82 milyon û 920 hezarî va Fransa, bi 80 milyon û 400 hezarî va Meksîka, bi 76 milyon û 460 hezarî va Rûsya, bi 75 milyon û 190 hezarî va Îtalya, bi 63 milyon û 90 hezarî va Îspanya û bi 52 milyon û 300 hezarî va Kanada tê.

Li tevahiya dinyayê heta niha ji 4 milyar û 930 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.

- Tirkiye di aşiyê da welatê 8em e

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê hetanî niha 88 milyon û 590 hezar û 171 doz aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.

Tirkiye li gor hejmara aşiya hat lêxistin li dinyayê kete rêza 8an. Li Tirkiyeyê hetanî niha 45 milyon û 911 hezar û 466 doza ewil, 35 milyon û 75 hezar û 946 doza duyem aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE