Li dinyayê ji ber vîrusê 191 hezar û 81 kes mirin

Li rûyê dinyê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 2 milyon û 726 hezarî derbas bû.

Li dinyayê ji ber vîrusê 191 hezar û 81 kes mirin

Şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ku li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li çar aliyê dinyayê belav bû heta niha bi 2 milyon û 726 hezar û 752 kesan geriya.

Li gor malpera "Worldometer" a daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser rûyê dinyayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 191 hezar û 81ê û kesên ku qenc bûn jî derket 749 hezar û 849an. 

- Welatê herî vêde mirin û waqie lê heye Amerîka ye

Di nav welatên ku şewb lê belav bû da Amerîka him bi hejmara miriyan û him jî bi hejmara waqieyan di rêza ewil da ye. Li gor daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsê weşand li welêt heta niha bi 869 hezar û 172 kesî ra şewba Kovîd-19ê hat tespîtkirin û 49 hezar û 963 kes jî mirin.

- Welatên hejmara waqieyan ji 10 hezarî zêdetir in

Li gor malpera înternetê ya Worldometerê welatên ku hejmara waqieyan lê ji 10 hezarî zêdetirin ev in:

"Spanya 213 hezar û 24, Îtalya 189 hezar 973, Fransa 158 hezar û 183, Almanya 153 hezar 129, Îngiltere 138 hezar û 78, Tirkiye 101 hezar û 790, Îran 87 hezar û 26, Çîn 82 hezar û 804, Rûsya 62 hezar û 773, Brezîlya 50 hezar û 36, Belçîka 42 hezar û 797, Kanada 42 hezar û 110, Hollanda 35 hezar û 729, Swîsre 28 hezar û 496, Hindîstan 23 hezar û 502, Portekîz 22 hezar û 353, Peru 20 hezar û 914, Îrlanda 17 hezar û 607, Swêd 16 hezar û 755, Awistirya 15 hezar û 2, Îsrail 14 hezar û 803, Erebistana Siûdî 13 hezar û 930, Japonya 13 hezar û 80, Şîlî 11 hezar û 812, Meksîka 11 hezar û 633, Ekvador 11 hezar û 183, Sîngapur 11 hezar û 178, Pakîstan 11 hezar û 155, Koreya Başûr 10 hezar û 708, Polonya 10 hezar û 511 û Romanya 10 hezar û 96."

Li van welatan hejmara kesên ji ber şewba Kovîd-19ê mirin jî wiha ne:

"Îtalya 25 hezar û 549, Spanya 22 hezar û 157, Fransa 21 hezar û 856, Îngiltere 18 hezar û 738, Belçîka 6 hezar û 490, Almanya 5 hezar û 575, Îran 5 hezar û 481, Çîn 4 hezar û 632, Hollanda 4 hezar û 177, Brezîlya 3 hezar û 331, Tirkiye 2 hezar û 491, Kanada 2 hezar û 147, Swêd 2 hezar û 21, Swîsre 1549, Meksîka 1069, Portekîz 820, Îrlanda 794, Hindistan 722, Endonezya 647, Peru 572, Ekvador 560, Rûsya 555, Romanya 545, Awistirya 522, Polonya 454, Japonya 341, Koreya Başûr 240, Pakistan 237, Îsraîl 192, Şîlî 168, Erebistana Siûdî 121 û Singapur 12."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE