Li dinyayê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê filitîn û qenc bûn ji 480 hezarî derbas bûn

 Li dinyayê jimara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kişiya wan û qenc bûn, ji 480 hezarî derbas bûn.

Li dinyayê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê filitîn û qenc bûn ji 480 hezarî derbas bûn

 Li dinyayê jimara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kişiya wan û qenc bûn, ji 480 hezarî derbas bûn.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê 484 hezar û 748 kesên ku vîrus kişiyabû wan, qenc bûn. 

Herî zêde kes li Çînê qenc bûn. Li Çînê 77 hezar û 816 kesên ku vîrus kişiyabû wan, qenc bûn.

Peyê Çînê ra welatên ku herî zêde waqie lê qenc bûn bi rêzê wiha ne, Almanya (72 hezar û 600), Spaniya (67 hezar û 504), Îran (48 hezar û 129), Amerîka (38 hezar û 820), Îtalya (37 hezar û 130) û Fransa (28 hezar û 805). 

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê kişiya wan derket 2 milyon û 243 hezarî, bi tevahî 126 hezar û 758 kes ji ber Kovîd-19ê mirin. 

Hê milyonek û 338 hezar û 737 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawî dibin, hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE