Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 24 milyonî derbas bû

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 24 milyon û 61 hezar û 216 kes bi şewbê ketin.

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 24 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê ketin, ji 24 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 24 milyon û 61 hezar û 216 kes bi şewbê ketin.

Di nav welatên pêketiyên Kovîd-19ê lê herî zêde ne da Amerîka di rêza ewil da ye û heta niha 5 milyon û 955 hezar û 728 welatiyên Amerîkayê bi Kovîd-19ê ketin.

Ji bilî Amerîkayê 10 welatên pêketiyên Kovîd-19ê lê herî zêde ne ev in:

Brezîlya (3 milyon û 674 hezar û 176), Hindistan (2 milyon û 234 hezar û 474), Rusya (966 hezar û 189), Afrîkaya Başûr (613 hezar 17), Perû (607 hezar û 382), Meksîka (568 hezar û 621), Kolombiya (562 hezar û 182), Spanya (423 hezar û 224), Şîlî (400 hezar û 985) û Îran (363 hezar û 363)

Li Tirkiyeyê jî hejmara pêketiyan bû 261 hezar û 194.

Şewba Kovîd-19 ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê li çar aliyê dinyayê belav bû û heta niha 823 hezar û 513 kesan ji ber vê nexweşiyê can da.

16 milyon û 608 hezar û 605 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn ji nexweşiyê filitîn û tedawiya 6 milyon û 629 hezar û 98 pêketiyan jî dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE