Li dinyayê sala 2020an wiha derbas bû

Şewba Kovîd-19ê dawiya biharê serê ewil li Amerîka û welatên Ewropaya Rojava belav bû, lêbelê ji havînê pê Brezîlya di serî da ber bi welatên Amerîkaya Başûr, parmezîna xwarê Hindê û Rûsyayê bû

Li dinyayê sala 2020an wiha derbas bû

Şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), rageşiya siyasî ya di navbera Amerîka û Çînê da û derketina pevçûnên ku li Qerebaxa Çiyayî şerê Azerbeycan û Ermenistanê da destpêkirin, dexme li çaryeka sêyemîn a sala 2020an dan.

Şewba Kovîd-19ê dawiya biharê serê ewil li Amerîka û welatên Ewropaya Rojava belav bû, lêbelê ji havînê pê Brezîlya di serî da ber bi welatên Amerîkaya Başûr, parmezîna xwarê Hindê û Rûsyayê bû.

Mijara Hong Kongê, îdiayên sîxuriyê, zordestiyên dijî Tirkên Uygur û Taywan bûn sedem ku di peywendiyên Amerîka û Çînê da rageşî derkevin. Ji ber vê çendê jî Amerîkayê 22yê tîrmehê ji Çînê xwest ku konsolosxaneya xwe ya li Houstonê di 72 saetan da vala bike. Konsolosxaneya Çînê hat girtin, rêveberiya Pekînê jî beramberî vê yekê telîmata girtina konsolosxaneya Amerîkayê ya li bajarê Çingduyê da.

Di pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê da 14ê tîrmehê ji artêşa Azerbeycanê yek jê tumgenereal 7 esker şehîd bûn û vê yekê, şerê rizgarkirina Qerebaxa Çiyayî ji dagiriyê da destpêkirin. Artêşa Azerbeycanê 27ê îlonê piştî ku hêzên Ermenî li dijî cîwarên sivîlan ên li nêzîkî Qerebaxa Çiyayî gule agirkirin, ji bo rizgarkirina axa xwe ya dagirkirî dest êrîşî kir.

Di mehên tîrmhe, tebax û îlon ên 2020an da van geşedanên girîng rû dan:

3 Tîrmeh

- Hat ragihandin, di referanduma guhertina destûra welêt ku derfetê dide ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn heta 2036an serokatiya dewletê bike da ji sedî 77,92yê gel dengê "Erê" da.

7 Tîrmeh

- Serokê Dewleta Brezîlyayê Jair Bolsonaro bi Kovîd-19ê ket.

9 Tîrmeh

- Li Koreya Başûr Şaredarê Seulê Park Won-soon ku malbata wî serî li polês da ku wenda ye, di nava daristanên li bakurê bajêr da mirî hat dîtin.

- Amerîkayê ji ber zordestî û tundiya dijî Tirkên Uygur ên li Herêma Xweser a Uygura Sîncana Çînê û her wiha zordestiya dijî kêmneteweyên Misilman, qedexe hatina welêt li dijî hin peywirdarên payebilind ên Çînî sepand.

14 Tîrmeh

Di pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê da 14ê tîrmehê ji artêşa Azerbeycanê yek jê tumgenereal 7 esker şehîd bûn.

15 Tîrmeh

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber Qanûna Ewlekariya Neteweyî ya ku ji bo Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê hat pejirandin, pêşnumaya sepandina astengkirinên dijî rêveberên Çînî pejirand, imtiyazên herêmê yên di warê bazirganiyê da bi dawî kirin.

16 Tîrmeh

- Artêşa Ermenistanê xwest êrîşî kozikên Azerbeycanê yên li ser sînor bike û li dijî cîwarên sivîlan gule agir kirin.

18 Tîrmeh

- Li paytextê Taylandê Bangkokê bi hezaran kes bi daxwaza destûra nû û bidawîkirina qanûnên zordest, xwepêşandanên djiî hikûmeta Serokwezîr Prayuth Çan-oça kirin.

20 Tîrmeh

- Rêveberiya Amerîkayê bi sedema ku di binpêkirina mafên mirovan ên dijî Tirkên Uygur ên li Herêma Xweser a Uygura Sîncanê da rola wan heye, li dijî 11 şîrketên Çînî astengkirin sepandin.

22 Tîrmeh

- Ji ber ku li dervayî avahiyê belge şewitandin, Amerîkayê ji Çînê xwest ku konsolosxaneya xwe ya li Houstonê di 72 saetan da vala bike.

23 Tîrmeh

- Çînê di çarçoveya peywira Marsê ya bi navê "Tianwen-1" da wesayîtên keşfê şandin Gerstêrka Sor.

24 Tîrmeh

- Hikûmeta Çînê beramberî ragirtina Konsolosxaneya Çînê li Houstonê, telîmata girtina konsolosxaneya Amerîkayê ya li bajarê Çingduyê da.

29 Tîrmeh

- Rêveberiya Amerîkayê di çarçoveya "Qanûna Sezar a Parastina Sivîlên Sûriyeyê" da hin kesayetên Sûriyeyî ku di navê da kurê Beşar Esed, Hafiz Esed jî heye, li lîsteya astengkirinan zêde kir.

30 Tîrmeh

- Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) wesayîta keşfa Marsê "Perseverence" firand fezayê.

31 Tîrmeh

- Rêveberiya Amerîkayê bi sedema ku di binpêkirina mafên mirovan ên dijî Tirkên Uygur ên li Herêma Xweser a Uygura Sîncanê da rola wan heye, saziyeke rêveberiya Çînê û 2 peywirdarên Çînî li lîsteya astengkirinan zêde kir.

3 Tebax

- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, heger şaxa li welatê wî ji şîrkete Amerîkayî ra neyê firotin, ew ê platforma medyaya civakî ya Çînê TikTokê 15ê îlonê qedexe bikin.

4 Tebax

- Li Libnanê li Bendera Beyrûtê tankera amonyum nîtrat barkirî teqiya, bi sedan kes mirin. Ji ber teqînê bender û dewrûber wêran bû.

5 Tebax

- Serokwezîrê Hindistanê Nerandra Modi beşdarî danîna xîmê perestgeha Hindû ku dê li şûna Mizgefta Babrî ya dîrokî were çêkirin, bû.

7 Tebax

- Rêveberiya Amerîkayê 11 kes ku di navê da Serrêvebera Hong Kongê Carrie Lam jî heye, li lîsteya astengkirinan zêde kir.

11 Tebax

- Li Belarusê piştî ku Aleksandr Lukaşenko di hilbijartina serokomariyê da bi ser ket, li welêt protestoyan dest pê kir û di xwepêşandanan da zêdeyî 2 hezar kesî hatin binçavkirin.

18 Tebax

- Li Maliyê ku li Afrîkaya Rojava welatek e, eskerên derbekar, Serokomar Îbrahîm Boubacar Keita û hin wezîr destgîr kirin.

19 Tebax

- Serokomarê Maliyê Îbrahîm Boubacar Keita ku bi hewildana derbeya eskerî hat destgîrkirin, eşkere kir ku wî îstifa kir.

26 Tebax

- Rêveberiya Amerîkayê bi sedema ku piştgiriyê didin çalakiyên eskerî û her wiha ji ber sedema xebatên înşeatê yên li Behra Çîna Başûr, 24 şîrketên Çînî û hin welatiyên Çînê li lîsteya astengkirinan zêde kir.

27 Tebax

- Terorîst Brenton Tarrant ku li bajarê Christchurch ê Zelanda Nû êrîşî 2 mizgefta kiribû, 51 kes şehîd, 49 kes jî birîndar kiribûn, cezayê hebsa muebetê xwar.

28 Tebax

- Serokwezîrê Japonyayê Abe Şînzo tenduristiya xwe wekî sedem nîşan da û ji peywira serokwezîriyê ku ji sala 2012an vir va didomand, îstifa kir.

- Li Maliyê serekê derbeya eskerî Assimi Goita ji hêla derbekeran wekî "serokomar" hat ragihandin.

2 Îlon

- Rêveberiya Amerîkayê li dijî Serdozgera Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) Fatao Bensoudave û peywirdarên din ên dozgeriyê biryara astengkirinê sitand ku kesên navborî îdiayên, li Efxanistanê eskerên Amerîkayî sûcê şer kirin, lêpirsîn dikin.

4 Îlon

- Li Hindistanê hejmara rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê ku derket 87 hezar û 115an, ji hejmara 85 hezar û 146 a li Çînê ku şewb li vê derê derket, derbas bû.

7 Îlon

- Dadgeha Cezayê ya li paytextê Erebistana Siûdî Riyadê, ji berşikên ku ji ber cinayeta Cemal Kaşikçi tên darizandin, ji 5an ra jê ji her yekî ra 20, ji 2yan ra jê ji her yekî ra 7 sal cezayê hebsê da.

8 Îlon

- Fermandarê berê yê Sirb Ratko Djurkovic ku ji ber kiryara sûcê şer ê dijî sivîlên Bosnayî yê di Şerê Bosnayê (1992-1995) da lê digeriyan, li rojhilatê bakurê Bosna Herkesê li bajarokê Ugljevikê hat girtin. 

10 Îlon

- Weqfa Parastina Xwezaya Dinyayê (WWF) ragihand, populasyona jiyana kovî ya li dinyayê di 46 salên dawîn da bi nîvekî ji sedî 68 kêm bû.

11 Îlon

- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, piştî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, ji welatên Kendavê Behreynê jî biryar sitand ku peywendiyên digel Îsraîlê asayî bike.

15 Îlon

- Rêveberiya Amerîkayê ragihand, ew ê îdxalata alavên wekî pembû, cilûberg, perçeyên komputerê û berhemên por ên 5 saziyên ku gelê Uygurê yê li Herêma Xweser a Uygura Sîncana Çînê bi zorê lê tê xebitandin, asteng bikin.

16 Îlon

- Li Japonyayê Suga Yoşihide ku di hikûmeta serokwezîrê karberdayî Abe da sekreterê kabîneyê bû, di rûniştina awarte ya li Meclisa Nûneran da wekî serokwezîrê nû yê welêt hat hilbijartin.

22 Îlon

- Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson diyar kir ku şewba Kovîd-19ê derket asteke xeternak û lewma jî telîmata girtina bar û restoranan a di saet 22.00yan da da û xwest ku xebata ji malê were domandin.

27 Îlon

- Piştî ku hêzên Ermenî li dijî cîwarên sivîlan ên li nêzîkî Qerebaxa Çiyayî gule agirkirin, artêşa Azerbeycanê êrîş da destpêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE