Li Diyarbekirê di TIRekê da 140 kîlo eroîna ku hatibû veşartin, hat bidestxistin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr li navçeya Sûrê li ser rêya Sîlvanê TIReke şofêrê wê M.K.S û F.S ye dan sekinandin û kontrol kirin.
Di kontrola ku kuçikên narkotîkê Rîsko û Çîko jî bûn alîkar da 140 kîlo eroîna di nav 261 paketan da hatine amadekirin û bandên koliyê va hatine bandkirin, hatin bidestxistin.
Der barê 2 şikbarên hatin binçavkirin da miemele dewam dikin.
AA