Li Îdlîbê Navendên tenduristiyê yên mobîl

Di navendên Komeleya SEMA’yê de xizmetên tenduristiyê tên dayîn

Li  Îdlîbê Navendên tenduristiyê yên mobîl

Komeleya alîkariya mirovahî û tibbî sema’yê li idlîbê bi merasîmekê 2 heb navendên tenduristiyê yên mobîl vekirin. Di van navendan de wê xizmeta tenduristiyê bê dayîn welatiyan.

Komeleya Alîkariya Mirovahî û Tbbî SEMAyê li Idlîbê 2 heb navendên tenduristiyê yên mobîl vekir.

Ji bo vekirina van navendan merasîm hat lidarxistin. Merasîm bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Rayedarên Heyva Sor a Tirkiyê, AFAD, Diyanet û saziyên tenduristiyê beşdarî merasîmê bûn.

“Di nav navendan de laboratuvar, polîklînîkên diran, jin û daxiliye hene. Me xwest bi navendên mobîl xizmetê bibin kesên ku li çolteran dimînin.”

Her wiha li navendên mobîl derman heye. Li gorî hewcedariyan derman tên dayîn nexweşan.

Xizmetên Komleya SEMAyê li herêmên Idlîb, Mertala Firatê û Kaniya Aştiyê dewam dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE