Balafirên şer ên Rûsyayê êrîşên asîmanî dibin ser 18 ciyên sivîlan ên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê li Îdlibê.
Li gorî çavdêrxaneya balafiran a mixalifan, balafirên şer ên Rûs ji serê sibehê şûnda li başûrê Îdlibê êrîşê dibe ser bajarokên Kefrenbil, Ken Safra, Ihsemê û herwiha gundên Sufuhun, Hazarîn, Kefer Nubul, Kefer Uweyd, Înnib, Bsenkul, Cuzef, Has, Bara, Marhurme, Dêr Simbil, Binin û herwisa li rojavayê Helebê jî navçeya Daret Îze û gundên Kefer Nuran û Cîneyê.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serspiyan hat wergirtin jî di êrîşan da 5 kes hatin kuştin.
- Peymanên Astanayê û rêkeftina Soçiyê binpê kirin
Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir da di destê mixalifan û komên çekdar ên li dijî rejimê da ye. Serjimara navenda Îdliba di sala 2015an da bi tevahî kete destê mixalifan bi koça navxweyî va derkete 4 milyonî. Rejim herî zêde êrîşî vê herêmê dike.
Ji rêkeftina Soçiyê vir da di êrîşên ser Îdlibê yên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji rêbendana 2019an vir da hejmara kesên koçî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin jî derket milyonek û 942 hezar kesî.
AA