Di hesabê WPNê yê ser Twîtterê da hat gotin ku ji Hêzên Artêşa Tirk a bo agirbestê li Îdlibê ne eskerek ji ber gule avêtina tankên rejimê birîndar bû û dema sewqî nexweşxaneyê kirin di rê da şehîd ket.
Di daxuyaniya ji ser hesabê WPNê da wiha hat gotin: "Heyfa şehîdên me tu carî li erdê nemaye û ji niha pê va jî wê nemîne. Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike û sebrê bide malbata wî ya bi bi derd û keser û serê Hêzên Artêşa Tirk û miletê me sax be. Piştî êrîşa bêbext 21 hedefên rejimê yên ku li herêmê hatin tesbîtkirin demildest bi bombebaranê va hatin tehrîbkirin û bersiv hat dayîn. Geşedan ji nêz va tên şopandin û tewdîrên hewce dikin jî tên hildan."