Li Sûriyeyê vê mehê ji ber bombebarandina ku rejima Beşşar Esed û Rûsyaya piştgirê wê birin deverên di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiya Îdlibê da ne 62 hezar sivîl ji cih û warên xwe bûn.
Kordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê ku ji saziyên civakî yên sivîl ên herêmê yek e agahî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku ji ber êrîşên Rûsya, rejim û komên terorîst ên Îran piştgiriya wan dike 11 hezar û 812 malbatên ku bi tevahî ji 62 hezar kesî pêk tê ji mecbûrî koç kirin.
Kordînatoriyê ragihand ku ji bo sivîl paşve venegerin di êrîşan da nexweşxane, dibistan, mizgeft û navendên parastina sivîl û malên sivîlan wek hedef tên hilbijartin û tên bombekirin.
AA