Li Îdlibê bi hezaran malbat ji ber ku kampên lê dimînin di bin avê da man perîşan bûn

"Brandayên me tunene ku em konên xwe ji baranê biparêzin. Konên me avê hildidin"

Li Îdlibê bi hezaran malbat ji ber ku kampên lê dimînin di bin avê da man perîşan bûn

Li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê piştî taviyê, bi sedan kampên koçberan di bin avê da man û rêyên wan hatin girtin. Bi hezaran koçberên ku zirar gihîşt konên wan jî li benda alîkariyê ne.

Ji ber barana gumrah gelek kampên li Îdlibê yên li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê di bin avê da man.

Sivîlên ku ji êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê revîn û li van kampan star bûn, piştî barîna baranê avê da ser konên wan û per û perîşan bûn.

Bi hezaran malbatên ku baranê encameke neyînî ji wan ra li dû xwe hişt, li benda alîkariyê ne.

Midûrê Kordînatoriya Midaxeleya Bilez a Sûriyeyê Mihemed Helac ku li Îdlibê xebatên daneyê dike, di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, rêya 104 kampên ku taviyê tesîr lê kir, hat girtin.

Helac her wiha got ku zêdeyî 500 konî jî xirab bûn û wiha got, "Baranê tesîr herî kêm li 3 hezar û 742 malbatan kir, avê da ser konên 2 hezar û 145 malbatan."

Fatima Cesîma ku ji êrîşên rejimê revî û xwe spart Kampa Zîfîrê ya li Îdlibê, diyar kir, yên ku li vir dimînin pêwîstiya wan bi her cure alîkariyê heye.

Cesîmê wiha xeberda, "Em nikarin bi şev di konên xwe da bimînin. Konên me avê hildidin. Mêrê min kal e û ji ber sermayê nikare bilive. Birçîbûn ji aliyekî va baran ji aliyekî din va, ji xeynî Xwedê kes bi halê me nizane. Pêwîstiya me bi her cure alîkariyê heye. Poşetên plastîk ên emilandî ez berhev dikim, agir berdidimê û xwarinê li ser çêdikim."

Cesîmê bal kişand ku şertên ku tê da dijîn pir giran in û lewma jî xwest ku xêrwaz alîkariya xida, cilûberg û sotemeniyê bidin wan.

Ehmed Mihemedê şêniyê Kampa Zîfîrê ya ku ji ber baranê zirar gihîştê, diyar kir ku ew di halekî xirab da ne, şevên ku baran dibare ew nikarin razên û lewma jî divê pirsgirêka binesaziyê demildest bê çareserkirin.

Mihemed got ku pêwîstiya wan bi her cure alîkariyê heye û wiha dewam kir, "Brandayên me tunene ku em konên xwe ji baranê biparêzin. Konên me avê hildidin."

Mihemed diyar kir, li kampê 50 malbat di şertên xirab da dijîn û wiha got, "Em dixwazin ji vê cizaretê xilas bibin û vegerin malên xwe. Ez bi tenê dixwazim pêwîstiya sereke ya zarokên xwe dabîn bikim û pereyê nanê wan qezenc bikim."

Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiya herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE