Li Îdlibê çekên giran tên vekişandin

Wê heya 15ê Cotmehê herêma bêçekkirî bê avakirin

Li Îdlibê çekên giran tên vekişandin

Li Îdlibê, pêvajoya tehliyekirina çekên giran îro xilas dibe. Hêzên li dijî rejimê ku li gorî peymana di navbera Turkiye û Rûsyayê de hereket dikin, beriya niha dest bi vekişandina çekên giran kiribûn.

Li Îdlibê, şert û mercên Peymana Soçiyê ketin rewacê.

Serok Erdoğan, di 7ê Îlonê de li Tehranê di ciyîna sêalî de teklif kiribû.

Erdoğan û Putînê ku 10 roj şûnde li Soçiyê hatin bal hev, ji bo parastina peymanê li hev kirin.

Di çarçoveya Peymana Soçiyê de, biryar hat dayîn ku heya 15ê Cotmehê herêma bêçekkirî bê avakirin.

Muxalifên ku piştî peymanê dest bi tehliyekirina çekên giran kirin, îro wê karên xwe xilas bikin. Kontola Îdlibê jî ji aliyê leşkerên Tirk û Rûsyayê ve tê kirin.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2018, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE