Li Îdlibê cihê bazarê hat lêdan

Cihê bazarê tar û mar bû, esnafên bazarê kavilan radikin

Li Îdlibê cihê bazarê hat lêdan

Hêzên Rejîmê piştî agirbesta meha cotmehê, li Îdlibê dîsa dest bi erîşên asîmanî kirin. Hêzên rejîma esed cîh û warên sivîlan bombebaran dike. Rejîma Esed herî dawî erîşî navçeya maret nûmanê kiribû û berikên topan barandibû bazarekê.

Ev bazar dawiya heftê hatibû tar û mar bûbû.

Hêzên rejima Esed êrîşî wan kirin, dikanên wan hilweşiyan û xera bûn.

Sebze û fêkiyên esnafan hemû ziyan bûn.

Lêbelê ji bilî vê tu alternatîfa wan tune.

Ji ber êrîşên Rejimê bêzar bûne lê dîsa jî koç ji bo wan riya dawî ye.

Esnaf li vê bazarê îdareya xwe dikin, sivîl jî tiştên ji wan re hewce ji virê dikirin.

Êrîşa ku li ser bazara bajêr hat kirin, derbeke mezin li aboriya wan xist.

Êrîşên li ser Îdlibê di meha Nîsanê de dest pê kirin.

Nêzî milyonek sivîl mecbûr ma û koç kir ji hezarî zêdetir sivîlî jî jiyana xwe ji dest da.

Navçeya Maret El Numana ku li ser riya M-5’ê ye, tim û tim tê bombekirin.

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE