Li Îdlibê êdî lîreyê Tirk tê bikaranîn

Pereyê herêmî yê Sûriyeyê li hemberî dolar pir kêm bû û şêniyên Îdlibê jî ji bo rewşa xwe ya aboriyê biparêzin dest bi bikaranîna lireyê Tirk kirin.

Li Îdlibê êdî lîreyê Tirk tê bikaranîn

Li Sûriyeyê bihayê pereyê herêmî li hemberî dolar gelek daket û şêniyên li Îdlibê jî ji bo ku bikaribin di qada aboriyê da hêza xwe ya kirînê biparêzin dest bi bikaranîna lireTirk kirin.

Li Sûriyeyê bihayê lireyê Sûriyeyê hemberî dolarê Amerîkayê pir zêde daket û li ser vê jî sivîl û esnafan berê xwe dan lireyê Tirk.

Lireyê Tirk li bajêr ji firneyan bigir heta îstasyonên sotemenî, dermanfiroş, markêt û gelek cihên din tê bikaranîn.

Xwediyê firneyê Mehmûd Elî Paşa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku lireyê Sûriyeyê ji ber ku li hemberî dolar awayek pir zêde qiymet winda kir welatî jî heyrî man û ji bo ku bikaribin hêza xwe ya di qada aboriyê da biparêzin dest bala xwe dan ser lireyê Tirk û kirîn û firotinê bi wî dikin.

Di axaftina xwe da Paşa got: "Milet pereyê di destê xwe da dibe û pê lireyê Tirk dikire. Dolar û lireyên di destê wan da ne dibin û ofîsên dowîzê û di şûna wan da lireyên Tirk dikirin."

Paşa destnîşan kir ku li Îdlibê firotina ar, sotemenî û hevîrtirşê li ser bihayê dolar tê kirin û wiha pê da çû: "Lireyê Sûriyeyê li hemberî dolar ji nişka va ber bi bêqiymetbûnê va çû û vê yekê jî zirar dida me. Ev karê ku em dikin jî ji bo miletê gelek girîng e û ji ber vê jî ji me ra çareseriyek lazim dike. Firneyên biçûk ji xwe ji ber zirarê top avêtin û girtin lê ji bo me jî çareseriyek hewce dikir. Ji me ra jî pereyekî li hemberî dolar zêde neguhere lazim bû û ji ber vê jî me dest bi emilandina lireyê Tirk kir."

Maan es Susê li Îdlibê xwedî ofîsa dowîzê ye jî got ku bazirganiya bi lireyê Tirk bê kirin ji bo aborî û rewşa welatiyan çêtir e lewra bi vê rêbazê bihayê sotemenî, xwarin û xurekê zêde naguhere.

Amerîkayê li hemberî rejima Esed "Qanûna Parastina Sivîla Sûriyeyê ya Sezar" kir rewacê û tê payîn ku ev yek ji bo aboriya rejimê zirar be.

Serê salê dolarek bergîdana 1000 lireyê Sûriyeyê bû û di çend rojên dawîn da ev yek nêzî 4000 lireyê Sûriyeyê ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE