"Li Îdlibê di hefteya dawîn da ji 235 hezarî zêdetir sivîl ji warên xwe hatin kirin"

OCHAyê der barê rewşa însanî ya li Îdliba rejima Beşar Esed û Rûsya ji nîvê berfanbarê vir da êrîş dikirin da daxuyaniya nivîskî weşand...

"Li Îdlibê di hefteya dawîn da ji 235 hezarî zêdetir sivîl ji warên xwe hatin kirin"

Ofêsa Kordinasyona Alîkariya Mirovahiyê (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê tenê di navbera 12-25ê berfanbarê da ji 235 hezarî zêdetir sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin.

OCHAyê der barê rewşa însanî ya li Îdliba rejima Beşar Esed û Rûsya ji nîvê berfanbarê vir da êrîş dikirin da daxuyaniya nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji 16ê berfanbarê şûn da êrîşên li ser Îdlibê dîsa zêde bûn ji ber vê bi dehan hezarî sivîlî cî û warên xwe terk kir.

OCHAyê di daxuyaniya xwe da wiha got: 

"Di encama êrîş û pevçûnan da bi dehan hezarî malbatê cî û warên xwe terk kir û derbasî herêmên ewledar bû. Li bakurê rojavayê Sûriyeyê di navbera 12-25ê berfanbarê da ji 235 hezarî zêdetir sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin. Piraniya van kesan ji Maret Numanê û bajarokên din koç kir."

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku bi hezaran malbat jî dixwazin koçî bakurê Sûriyeyê bikin lêbelê ji êrîşên rejima Esed û piştgirên wê ditirsin ji ber vê nikarin derkevin rê.

Wekî mayîn hat gotin ku sivîl di şert û mercên zor da dijîn, hewcedarê sitarbûn, xurek, tenduristî û alîkariya zivistanê ne.

Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) destnîşan kiribû ku li Îdlibê di navbera 15-25ê berfanbarê da di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê da 86 sivîl hatin kuştin.

Rewşa li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê

Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê hema bêje ji destpêka şerê navxweyî vir da wekî kelha mixalifan û komên çekdar ên dijî rejimê ye. Vê gavê ji ber koçberiya navxweyî serjimara Îdlibê gihîştiye 4 milyonî. Navenda Îdlibê di adara 2015an da kete kontrola mixalifan. Îdlib di nav ciyên ku rejim herî zêde êrîş dike da cî digre. 

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib wekî "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kirin. Hêzên Rûsyayê gelek caran agirbest binpê kirin li ser vê Tirkiye û Rûsyayê mitebeqateke din jî çêkirin. Ji mitebeqata ku di 17ê Îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin vir va di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Di sala 2019an da li herêma Îdlibê ji milyonekî zêdetir sivîl ji cî û warên xwe bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE